Li 3 bajaran dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Li Lînzê ya Ewûstûrya, li Duîsbûrg a Elmanya û Marsîlyayê ya Fransayê dagirkeriya mêtinger a Tirk hate şermezarkirin.

LÎNZ


Li Lînzê ya Ewûstûryayê êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Çalakî li Meydana Promenayê hatin kirin, wêneyên têkilî êrîşên dewleta Tirkû êrîşên li ser HDP'ê hatin hildan. 

Piştî daxuyaniya hevpar bi Elmanî hate gotin, 'terorîst Erdogan', 'leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin.''

Çalakî ji hêla  NCDK'ê ve hate organîzkirin, her wiha ADHK, ATÎGF û ATIK'ê jî destek dan.

DÛÎSBÛRG

Li Duîsbûrgê ya Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên li ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal û Mexmûrê li ber HBF'ê hatin şermezarkirin. 

Dema çalakiyê bi dirûşmeya hate gotin, ''Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike'', ''Bijî Serok Apo''

MARSÎLYA

Li Marsîlya ya Fransayê jî dagirkeriya Tirk li Meydan Vîeûx-Portê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi pankartan hate nivîsîn ku Başûrê Kurdistanê divê qada hewayî bigire û ji bo ku pêşî li komkujiyê were girtin hate xwestin ku Ewropa bêdeng nemîne.

Dema çalakiyê alayên PKK'ê, YPG'ê, YPJ'ê, TJK-F û TCŞ'ê hatin hildan, bi dirûşmeyan hate gotin, ''terorîst Erdogan', ''Kujer Erdogan'.