Lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya Tirk a li Efrînê hate protestokirin

Li 5 navendên Swêdê lêkirina dîwarê dagirkeriyê yê dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyên hemwext hate protestokirin.

Li ser banga rêxistin û saziyên Kurd, li qadên Vaghûstorget a Orebro, li Stora Torget a Karlstad, li Sveatorget a Borlange, Clemettorget a Lûnd û Parka Brûnn a Goteborgê bi çalakiyên hatin kirin, lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya Tirk a li Efrînê hate protestokirin.

Di çalakiyan de daxuyaniyên PYD’ê hatin xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêkirina dîwar ê li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin li dijî peymana navneteweyî û hiqûqê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Sûriye li hovîtî, qetilkirin û lêkirina dîwar dinêre û ev hate gotin: “Her demê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bal kişandiye ser gefên polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk û projeyên Mîsak-î Mîllî ya Tirk.” Di daxuyaniyê de bang li cîhana derve hate kirin ku bi hestyar bin û li dijî dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk a li Efrînê rabin.

Di çalakiyê de belavokên ku rastiya qirker a dewlet Tirk vedibêje hatin belavkirin û heman demê bi gotinî jî kiryarên dewleta Tirk hate vegotin.