Lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya li Efrînê hate protestokirin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya ji aliyê dewleta Tirk û êrîşên dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

Li ser banga saziyên Kurd ên Swîsreyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Qada Claramatteyê ber bi Barrfusserplatzê ve meşiyan.

Di meşê de alên PKK, YPG, YPJ, MLKP û MKPD’ê li gel posterên Ocalan hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên ‘Li dijî dagirkerî û êrîşan Efrînê ji qada hewayî re qedexe bikin’, ‘Dewleta Tirk û hêzên Emperyalîst ji Kurdistanê bi cehenimin’, ‘Her der Efrîn, her der berxwedan’ û ‘Jin li dijî tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan di çalakiyan de ne’ vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmên êrîşan şermezar dikin hatin qîrkirin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Meş li Barfusserplatzê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreş û Kurdistanê vegeriya mîtîngekê. Hevserokê Navenda Civaka Kurdistan a Demokratîk a Swîsre (NCKD-S) Alî Şîmşek axivî. Şîmşek bal kişand ser dîwarê dagirkerî û şermê yê dewleta Tirk li Efrînê lêdike û got: “Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, niha dîwarê şermê tê dorpêçêkirin, dixwaze ji xaka Sûriyeyê cuda bike. Divê dewletên navneteweyî û sazî li dijî qetlîam û êrîşên li Efrînê û dîsa lêkirina dîwar erka xwe bilîze. Çawa ku bi berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me hate şikandin wê bi berxwedanê jî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên emperyalîst ên li Efrînê jî têk biçe.”

Piştî axaftina Şîmşek û şûnde çalakî bi dawî bû. Di dawiya çalakiyê de bang li Kurdan û dostên wan hate kirin ku tevlî meş û mîtînga ku wê 8’ê Hezîranê li Bernê bi heman armancê bê kirin, bibin.