Di çalakiya ku li ber Sefareta Îranê ya li Kopehnagê hat organîzekirin de, binpêkirinên mafan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, şîdet û êşkenceya dewletê ya di şexsê Zeynep Celaliyan de li dijî jinan û darvekirin hatin protestokirin.
Piştî çalakiyê dirûşmeyên “Zeynep Celaliyan ne bi tenê ye, em hemû Zeynep Celaliyan in”, “Hûn ê di xwîna Kurdan ya we rijandî de bixeniqin” û “Bijî têkoşîna gelê Kurd”, çalakvan çûn ber Sefareta Tirk ku li tenişta Sefareta Iranê bû û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtin wî ya bi parêzer û malbatê çalakî hate kirin.
Di axaftinên ku bi Danîmarkî û Tirkî hatin kirin de, hêrsa ku gelê Kurd ya ji ber fikarên wê hate diyar kirin.
Di xwepêşandanê de bi berdewamî dirûşmeyên “Jiyana Apo jiyana me ye”, “Birûxe pergala faşîzma AKP-MHP”, “Kujer Erdogan”, “Serok Apo xeta me ya sor e” û “Serok Apo vîna me ye” hatin qêrîn.