Kurdistaniyên li Yerşov a Saratov a Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê ya çapemeniyê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr anî û qetlîam proetesto kirin.
Daxuyanî li Navenda Çand û Hunera Kurd a Yerşova hate kirin, hate gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin.
Di çalakiyê de endam Meclîsê Sûltan Bakî, Hevserokê Meclîsa Gel Mîrza Elî Yûsûbob û Hevseroka Meclîsê Gulîzar Yûsûpova axivîn.
Di axaftinan de bal kişandin destekê didin greva biçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurditanê.
Hate diyarkirin ku ji bo pirsa Krud bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin divê dawî li tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, parêzer û malbat bikarin hevdîtinê pêk bînin.
Di dewama axaftinan de hate destnîşankirin ku divê berpirsên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên hatine qetilkirin bên diyarkirin û hesab bên xwestin.
Hate gotin ku Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn polîtîkayên înkar û qirkirinê yên deweleta Tirk a li ser gelê Kurd şermezar dikin û li dijî van polîtîkayan tim têkoşîna xwe domandiye.
Bang li dewleta Rûsya kirin ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên dij mirovan ên li ser gelê Kurd dawî li bêndengiya xwe bînin.