Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Guven bang kirin
Kurdistaniyên li Ewropayê peyamek şandin û bi bîr xistin, greva birçîbûnê ya Guven di roja 75'an de ye. Kurdistaniyan diyar kirin, Guven li ber mirinê ye û xwestin, daxwazên wê tavilê bên qebûlkirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê peyamek şandin û bi bîr xistin, greva birçîbûnê ya Guven di roja 75'an de ye. Kurdistaniyan diyar kirin, Guven li ber mirinê ye û xwestin, daxwazên wê tavilê bên qebûlkirin.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina şert û mercên azad ên ji bo Ocalan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, girtiyên siyasî û li Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Kanadayê grevên birçîbûnê dewam dikin.
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê li ser medya civakî spot amade kirin û ji bo Leyla Guven bang kirin.
Ciwanan bi bîr xistin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li asta mirinê ye û bêdengiya saziyên pêwendîdar rexne kirin.