Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kurdistaniyên li Darmstadt, Mannheîm, Saarbrucken, Hîlesheîm’ê li qadan bûn

Çalakiyên Kurdistaniyan ya bi daxwaza çêkirina hevdîtina parêzer û malbat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Li bajarên li Darmstadt, Mannheîm, Saarbrucken, Hîlesheîm yên Elmanya çalakiyên Kurdistaniyan dewam dikin.

LI DARMSTADTÊ ÇALAKIYÊN JI BO ABDULLAH OCALAN WÊ BIDOMIN

Çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan yên li bajarê Darmstadt a Elmayayê îro jî hate lidarxistin.

Kurdistaniyê li wir dijîn diyarkirin ku heya aghaiyek têkildarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nestînin wê çalakiyên xwe mezin bikin û bidomînin.

Endamên DTKM ya Darmstadt wê sibe di heman saetê de li Lûîsebplatzê çalakî bê lidarxisitin, ji bo wê banga tevlêbûnê li Kurdistanî û dostên wê kir.

ÇALAKIYÊN BÊ NAVBER YÊN LI MANNHEÎMÊ DIDOMIN

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê ji bo Abdullah Ocalan li qadan bûn.

Çalakî li ber HBF’ê pêkhat. Di axaftina li wir hatî kirin de fikarên dêkildarê rewşa tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ziman û hate gotin ku divê demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Di çalakiyê de her wiha bang li CPT û saziyên nevnetewî hat kirin ku bi erka xwe rabin. Çalakvanên MLP û Dîe Lînke jî tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de dîsa bal hate kişandin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe, qedexeya PKK’ê were rakirin û gelê Kurd azad bibe.

Di çalakiyê de berdwam dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”,  “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bi Hev Re Serhildan” hatin qêrîn.

ÇALAKIYA LI SAARBRUCKENÊ ÎRO BI DAWÎ BÛ, WÊ SIBE BIDOME

Çalakiyên Kurdistaniyên li bajarê Saarbruckenê didomin. Îro jî li ber Europagalerîe kombûn û tevî provokasyonên faşîstên Tirk bal kişandin li ser vê yekê ku divê demildest Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Kudistaniyan bang li CPT û dewleta Elmanya kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha wê hemû rojê di saet 18:00’an de li ber Europagalerîe çalakî lidar bixin.

LI HÎLDESHEÎM’Ê KURD LI QADAN BÛN

Gelê Kurd li wir jî bi daxwaza çêkirina hevdîtina parêzer û malbat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser wî çalakî kirin.

Çalakiya ku li Meydana Angoûleme hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk û TJK-E’yê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat gotin ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bi dawî kirin û demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtin pêk were.

Di çalakiya ku bi pêşengiya DKTM ya Hîldesheîm’ê pêkhatî de alên TEV-DEM, TJK-E û pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin verkirin, mûzîk hat pêşkêşkirin û bi zimanê Elmanî danezan hatin xwendin.

Di çalakiyê de berdewam dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Rêber Apo” hatin berzkirin.