Kurdistaniyan li Marsîlyayê ji bo Rojava li qadan bûn
Çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ya li Marsîlyayê bê navber dewam dike.
Çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ya li Marsîlyayê bê navber dewam dike.
Kurdistaniyan li Marsîlyayê li pêşiya Sefaretxaneya Elman bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
Di çalakiyê de pankateke mezin ku daxwaza girtina qada esmanî li firînê dike û dirûşmên ‘Bi çek û pereyê Elmanan li cîhanê mirov tên qetilkirin’ û ‘Terorîst Erdogan’ hate qîrkirin.Çalakî bi qasî du saetan dom kir û belavok hatin belavkirin.
Piştî mîtîngê bi sekreterê Sefaretxaneya Elman re hevdîtinek hate kirin.