Kurdistaniyan li Dresden, Bodensee, Bîelefeld û Helsinkiyê Newroz pîroz kirin
Li bajarên Dresden, Bodensee û Bîelefeld ên Elmanyayê û Helsinkiya paytexta Fînlandiyayê Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarên Dresden, Bodensee û Bîelefeld ên Elmanyayê û Helsinkiya paytexta Fînlandiyayê Newroz hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê pîrozbahiyên xwe didomînin.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin. Çalakiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Kurdistaniyên ku Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, peyama divê demildest tecrîd rabe dan.
Alman jî tevlî çalakiya Kurdistaniyan bû. Di çalakiyê de li ser navê NCDK a Dresdenê axaftin hatin kirin.
Çalakî piştî axaftinan bi girtina dîlanê bi dawî bû.
BÎELEFELD
Li bajarê Beîelefeld ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan hatin gel hev û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de hatin silavkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên tekoşînê hate destpêkirin.
Di meşa ku li ber HBF’ê destpê kirî de, li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.
Pîrozbahiya ji aliyê TEKO-JIN/TCŞ û NCDK Bîelefeldê organîze kirî bi meş û mitîngê hate lidarxistin. Gelek saziyên Elman jî piştgirî dan çalakiyê.
Li Kasselbrîngê jî mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de, nûnerên saziyan û siyasetmedaran axaftin kirin. Axaftvanan li ser dîrok û wateya Newrozê axivîn.
Pîrozbahî bi girtina dîlana li dora agirê ji aliyê malbatên şehîdan ve hatî pêxistin bi dawî bû.
BODENSEE
Kurdistaniyan li bajarê Bodensse ya Elmanyayê jî Newroz pîroz kirin.
Li Zentrûm Çanda Mesopotamîsches a Bodensee (MKZ), seat 16:00’an Kurdistaniyan agirê Newrozê pêxistin û dîlan girtin.
HELSINKÎ
Li Helsinkiya paytexta Fînlandiyayê jî bi kelecan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku gelek kes tevlî bûyîn de, dîlan hate girtin û dirûşme berz kirin.