Kurdistanî û dostên wan Şîliyî li dijî dîktatoriyê rabûn

Kurdistanî û dostên wan Şîliyî li dijî dagirkeriyê li paytexta Swêd Stockholmê daketin qadê.

Welatiyên Şîliyî yên li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina hikûmetê ya ku êrîş birin ser xwendekaran û Rewşa Awarte îlan kirin,li pêşiya Sefaretxaneya Şîlî hatin ba hev û çalakiyek kirin.

Çalakvanên rêya pêşiya sefaretxaneyê dagirkirin û hikûmeta protestokirin, piştre ber bi qada Sergelstorgê ve meşiyan. Şîliyên ku li vir li gel Kurdistanî û dostên wan ên dagirkeriya Tirk protesto dikirin kom bûn, li vir dirûşim qîr kirin.

Di çalakiyê de pankartên ku dewleta Tirk û hikûmeta Şîliyê protesto dikin hatin hildan. Li ser navê koma piştevanî dan Kurdistaniyan Carolîna Farraj axivî, diyar kir ku dijminê Kurdan û Şîliyê dîktator in, têkoşîna Kurdan û Şîliyan silav kirin.

Li ser navê MEclîsa Jinan a Amara jî Ayşe Goktep axivî û banga xurtkirina piştevaniya bi Kurdan re kir.