Kurdistanî li Parîsê li dijî komployê dimeşin

Li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan, li Parîsê bi pêşengiya jinên Kurd meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meş di roja 3’an de didome.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye meşa dirêj a li hemberî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de didome.

Meş li qada Natîonê bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ hate destpêkirin.

Di meşê bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bila li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin.

Di meşê de derbarê tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Ocalan belavok hate belavkirin.

Meş wê bi mîtînga li qada Rebûplîqûeyê bi dawî bibe.