Kurdistanî li Ewropa ji bo berxwedana grevên birçîbûnê li qadan bûn

Ji bo piştgirîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana, ewlehî, tenduristî û azadiya wî Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa li ser lingan bûn.

ji bo prtestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî, ewlehî û tenduristiya wî û piştgirîkirina çalakiya gereva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 17’ê Kanûnê dabû destpêkirin, Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Ewropa daketin qadan.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê daketin qadan û li Qada Syntama dest bi meşê kirin. Çepên Tirkiyeyî, rêxistinên sosyalîst û dostên Yewnanî jî piştgîr dan çalakiyê. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK û HPG’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Biî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Bê Serok Jiyan Na Be’ û ‘Dawî Li Tecrîdê Bînin, Ocalan Azad Bikin’ hatin qîrkirin.”

Di çalakiyê de Siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol axivî û got: “Çawa ku Rêber Apo 40 milyon Kurd azad kir, wê gelê Kurd jî Rêber Apo azad bike, tecrîdê bi dawî bike.”

HAMBÛRG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî li dijî tecrîdê li pêşiya HBF Hambûrgê dest bi meşê kir. Kurdistaniyên li Hambûrg û Stadê û endamên MLKP ATÎK’ê jî destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de Hevberdevkê NCKD Abdullah Deger axivî û got: “ Divê her kesên xwedî wijdan û rûmet destekê bidin di serî de daxwazên Leyla Guven û kesên bedena xwe dane ber mirinê.”

Her wiha bang hate kirin ku bi awayekî xurt tevlî çalakiya protestoyê ya Qetlîama Parîs a ku wê 12’ê Çileyê pêk were,bibin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi girseyî daketin qadan û tecrîd protesto kirin û piştgîr dan grevên birçîbûnê. Girseya gel a li Eûropagalerîeyê kom bûn mîtîngek lidar xistin. Hevserokê NCKD Deîl Îbrahîm axivî û banga şikandina tecrîdê kir û li dorî grevan bibin yek kir.

Li ser navê TAJÊ jî Qashem Agirman jî çalavanên grevên birçîbûnê silav kir. Agirman gotn wê bi teqez gelê Kurd bi serkeve.

Li ser navê PYD’ê jî Zerdeşt Îsa axivî diyar kir ku divê hêzên navneteweyî û dewleta Elman li dijî êrîşên dewleta Tirk û gefên wê yên dagirkirina xaka Rojava divê bikevin tevgerê.

Li ser navê MLPD Saarbrûcken jî Rolf Tîckert got: “Ocalan berxwedana gelê Kurd û Rojava temsîl dike.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgirîkirina berxwedana grevên birçîbûnê saet 15:00’an li pêşiya HBF a Hîldesheîm dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de pankartên ku balê dikişîne ser grevên birçîbûnê û belavok hatin belavkirin. Meş li pêşiya Şaredariya Hîldesheîmê bi mîtîngekê bi dawî bû.

DUSSELDORF

Nêzî 2 hezar kesên li pêşiya HBF Dusseldorfê kbom bûn ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Yek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Yuksel Koç bi rêya telefonê bi çalakvanan re axivî.

Hevseroka NAV-DEM Ayten Kaplan, Hevserokê FED-MED Engîn Sever û Parlementera berê ya HDP’ê Tugba Hezer jî axivîn.

Girseya gel piştî axaftinan dest bi meşê kir. Çalakî bi lidarxistina mîtînga li Graf-Adolf Platzê hate kirin û şûnde bi dawî.

DESDEN

Li bajarê Desden ê Elmanyayê jî ji bo piştgirîkirina çalakiya grevên birçîbûnê saet 15:30’î li Dersden Neûstandt Bahonfofê çalakiya ku destpê kir saet 17:00’an li Qada Şanoyê bi dawî bû.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hate qîrkirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin heta bidawîbûna tecrîdê wê çalakî bidomin. Dîsa di axaftinên li ser navê Însyatîfa Çepgir a Elman hate kirin de jî hate gotin ku Kurdên Rojava rûmeta mirovahiyê parastin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer a Fransayê jî standek hate vedan û têkildarî çalakiyan agahî hatin parvekirin. Standa ku li Qada Comedîeyê hate kirin îmze hatin berhevkirin. Eleqeyeke mezin a êlek zeran ji bo çalakiyê hebûn.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Fransayê jî li diî tecrîd û ji bo piştgirîkirina çalakiyan gel li qadan bûn. Girseya gel a li Bûrklîpltzê kom bûn alên PKK’ê û posterên Ocalan hildan. Ji bo balkişandina ser rewşa Ocalan gelek îmzeyên ku ji aliyê aktivîstan ve di çarçoveya kampayayê hatî destpêkirin de hatin berhevkirin ji bo bigihînin CPT’ê û Konseya Ewropayê hatin komkirin.

Di mîtîngê de Hevseroka CDK-Swîsreyê Songul Arslan û nûnerê HBDH’ê axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de hete gotin heta bidawîkirina tecrîdê wê çalakî bê navber dewam bikin.

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.