Kurdistanî li Atîna û Stûttgartê li dijî dagirkeriyê rabûn

Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qada dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

ATÎNA

Bi tevlîbûan sedan kesî li paytexta Yewnanistan Atînayê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin. Meşa bi banga Tevgera Ciwanên Şorşger û Navenda Çanda Kurd pêk hat ji pêşiya şaredariya Atîna li gel tevlîbûna bi sedan Kurdistaniyan komên aranşîst, çepgir û sosyalist jî cihê xwe girtin. Di tevahiya meşe de têkildarî êrîşên dewleta Tirk belavokên bi zimanê Yewnanî hatin belavkirin. Di çalakiyê de li ser navê navenda çanda Kurd û komên çepo û sosyalist axaftin hatin kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart a Emanyayê li Rotebuhlplatzê bi dirûşma ‘Jinên herî bedew ên cîhanê mêrên herî qirêj û pîs têk birin’ ji bo dagirkeriya li Rojava protesto bikin bi pêşengtiya jinên Platforma Defend Rojava Stûttgartê mîtîngek hate kirin.

Di çalakiyê de parlementera Dîe Lînke Heîke Hansel axivî û got: “Tirkiye li gel komên îslamî mirovan qetil dike. Her roj Tirkiye bomberdûman dike û sivîl tên qetilkirin.”

Di dewama mîtîngê de li ser navê meclîsa Dîe Lînek Laûra Holdîn, jineke ciwan a Şengalî û li ser navê Aktîonsbundîns û Platforma 8’ê Adarê û Fraûenbûdes Stûttgartê axaftin hatin kirin.

Mîtîng bi dûrşman bi dawî bû.