Kurdên li Swêdê Nobeta Azadî ji Ocalan re wergirtin

Nobeta Azadiyê ya ku Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê li dar dixin di hefteya 380’an de didome.

Nobeta Azadiyê ya ku Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê li dar dixin di hefteya 380’an de didome. Dîrvan Bakur, Hamid Nerjî, Dêrsin Ercan, Halîl Ozberk û Çekjîn Qamişlo yên ji Swêdê hatine, nobeta vê hefteyê wergirtin.

Li ser navê komê Çekjîn Qamişlo got ku bi çalakiya nobetê ya sala 8’an re ew dev ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernadin.

Di daxuyaniya komê de hate diyarkirin ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn karibin di nav aştî û wekheviyê de bijîn Ocalan projeyek pêşkêş kiriye û diyar kir ku dinya qetlîamên li ser Kurdan nabîne. Çekjîn Qamişlo diyar kir ku divê Konseya Ewropayê û CPT li hemberî êşkenceya li ser Ocalan bêdeng nemînin.

Çalakgeran bang li Kurdên li Ewropayê kirin ku heta Ocalan azad bibe bila tevlî nobetê bibin.

Hefteya borî jî jinên endamên Tevgera Jinên Kurdistanê yên Ewropayê nobet wergirtibûn. Pêkhateyên TJK-E’yê di mehekê de herî kêm carekê nobetê werdigirin.

Bi çalakiya nobetê heta niha bi kêmanî xwe gihandine sed hezar kesan û bi rêya danezan û belavokan bi milyonan kes derbarê têkoşîna Ocalan û kesayetiya wî hatine agahdarkirin.