Kurdên li Rûsyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk li hev kom bûn

Li herêma Krasnodar ê Rûsyayê Kurdistanî li dijî êrîşên dewleta Tirk li hev kom bûn.

Kurdistaniyên li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, hatin gel hev û êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ku êrîşa Stenbolê sextekarî ye û armanca wê ya sereke xapandina raya giştî ya konsepteke nû ya êrîşê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Kurd a Platnîrovka Tahare Newroz, Endamê Meclîsa Ciwanan Tîtale Îbrahîm, Endamê Meclîsê Mihoye Axo û ji Komîteya Rûspîyan Îdrîse Usive Feqî axivîn.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk parçeyek ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin, "Ew ê nikaribin pêşiya têkoşîna gelê Kurd bigirin."