Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Komek ji Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê li hev civiya û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Kurdên li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin.

Di çalakiyê de işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hate kirin û hate destnîşankirin ku ew bi gelê xwe re ne.

Bi navê rûspiyên herêma Stavrapolê Qasim Bazoyiv axivî û bang li gelê Kurd kir ku li her deverê li dijî êrîşên nemirvoane rabin ser piyan.

Her wiha bi navê Meclîsa Herêma Stavrapolê Ezîz Baziyov û Misret Xemidova axivîn û diyar kirin, ku bi van êrîşan wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişikînin û ew ê xwedî li gelê xwe derkevin.