Kurdên li Marsîlyayê piştgirî dan kedkarên tenduristiyê

Kurdên li Marsîlyayê bi xwarin û maskeyên ku pêşkêşî kedkarên tenduristî yên di refên pêş ên têkoşîna bi koronayê re dikin de, destek kirin.

Tevlîbûna kampanyaya CDK-F a li dijî pandemiya Covîd-19 a bi armanca piştevaniyê hatibû destpêkirin dewam  dike.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk piştgirî dan kedkarên tenduritiyê yên di refên pêş de têkoşînê bo koronayê re dikin.

Kurdistaniyan alîkariya xwarin û maske pêşkêşî xebatkarên tenduritiyê yên nexweşxaneya Paolî Calmettesê kirin.

Xebatekî mîna vê berî niha li Paytexta Fransa Parîs û bajarê Toûloûseyê hatibû kirin.