Kurdên li Fînlandiyayê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Îro Kurdên li Fînlandiyayê û dostên wan bi çalakiyekê komkujiya Parîsê şermezar û daxwaza edaletê ji dewleta Fransayê kirin.

Îro Kurdên li Finlandiyayê dijîn û dostên wan li paytexta Fînlandiya Helsînkî ji bo bîranîna her sê jinên li Parîsê hatibûn qetilkirin û şermizarkirina wê komkujîyê çalakî lidarxistin. Çalakvanan bi mebesta şermezarkirina komkujiyê çelenga reş danîn ber konsolxaneya Fransa û li ser komkujiyê daxuyanî dan û daxwaza edaletê ji dewleta Fransayê kirin.

Çalakvanan piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li navenda bajarê Helsînkiyê kom bûn û li wir jî piştî rêzgirtina ji bo giyana şehîdan daxuyanî dan. Komkujiya ku di meha Çile ya sala 2013’an de ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve li ser sê jinên şoreşger pêk hatibû, heya niha ji aliyê dewleta Fransayê nehatiye ronîkirin û kujerên ku hatibû girtin jî bi awayekî bi guman di zindanê de miribû.