Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kurdên li Ewropayê biryara hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê protesto kirin

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdan biryara hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê protesto kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê biryara hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê hate protestokirin.

Çalakî di çarçoveya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, bi hev re serhildan’ de hate lidarxistin. Çalakî saet di 15.00’an de li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hewldana dagirkeriya hikumeta Iraqê û îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Koordînasona Civaka Êzidiyan Mervan Sezakî axivî. Sezakî got ku, “Êrîşên li dijî YJŞ, YBŞ û Asayîşa Êzidxanê li dijî hemû Kurdan e. Vê peymana di navbera PDK û hikumeta Kazimî ji aliyê Kurdan nehate qebûlkirin. Ev peyman tê wateya fermaneke nû ya li dijî destkeftiyên Êzidiyan.”

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî li pêşiya Eûropa Gallerîe kom bûn û li dijî dagirkeriya Şengalê çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Çalakgeran diyar kirin ku ev biryar wê civaka Êzidî bike hedefa êrîşên Tirkiye û hevkarên wan.

KOLN

Kurdên li bajarê Elmanyayê jî îro mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê hate kirin û biryara hikumeta Bexdayê ya li ser Şengalê hate protestokirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku greva birçîbûnê ya li zindanan sed roj derbas kiriye û banga xwedîlêderketina çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê jî gefên li ser Şengalê hate şermezarkirin. Li dijî êrîşên li ser Şengalê meşek hate lidarxistin û li Parkplatzê mîtîngek hate kirin.

Di mîtîngê de li ser navê SMJÊ, PYD, NCDK, Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin.

GÎEESEN

Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê jî qetlîamên Qamişlo, Gazî û Helepçe û êrîşa dagirker a li ser Şengalê hate protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê PYD, DGB, FCDK/KAWA axaftin hate kirin û qetlîamên li ser gelê Kurd hate şermezarkirin.