Kurdên li Elmanyayê wê sibe dakevin qadan û li ber êrîşên dagirkeriyê rabin
KON-MED'ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku sibe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin qadan. Bi daxuyaniyekê cih û dema çalakiyan eşkere kir.
KON-MED'ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku sibe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin qadan. Bi daxuyaniyekê cih û dema çalakiyan eşkere kir.
Di daxuyaniya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker, bi rengekî bêexlaq jin, zarok, extiyaran qetil dike, qirkirina Kurdan dewam dike. Di serî de navenda bajarê Kobanê êrîşî gelek cih û warê sivîlan dike û Kurdan qetil dike. Di rewşa heyî de metirsiya qirkirinê li ser bi sed hezaran sivîlî heye."
'BI RUHÊ SEFERBERIYÊ DAKEVIN QADAN'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê KON-MED'ê em van êrîşan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em careke din diyar dikin ku bi ti awayî êrîşên dewleta Tirk a faşîst qebûl nakin.
Li her devera ku em lê ne, em ê dakevin qadan û rûyê komkujer ê dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin. Di serî de Rojava em ê xwedî li Kurdistanê derkevin û bibin dengê gelê me yê berxwedêr.
Yên ku pêşî li komkujiyên dewleta Tirk a barbar û kujerê zarokan vedike, dewletên DYE û Elmanyayê ne ku bêdeng dimînin. Rûsya ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li derveyî mirovahiyê dipejirîne. Divê dest ji polîtîkaya durû ya li hemberî gelê Kurd berde, qada hewayî ya Rojava li firînê qedexe bike û piştgiriya ji bo dewleta Tirk a dagirker bi dawî bike."
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Bi navê KON-MED'ê em bang li gelê xwe, dostên xwe yên şoreşger-demokrat dikin ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û xwedî li Rojava derkevin."
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
KON-MED'ê li ser cih û dema çalakiyên 20'ê Tebaxê ev agahî parve kir:
"DUSSELDORF, DGB Haus
Saet: 13:30
BIELEFELD, Kesselbrink
Saet: 18.00
BERLIN, Alexenderplatz, (Weltuhr)
Saet: 17:30
DARMSTADT, HBF
Saet: 15:00
SAARBRUCKEN, Europa Galerie
Saet: 16:00
FREIBURG, Platz der alten Synagog
Saet:15:30
STUTTGART, Schlossplatz (Kobanê Platz)
Saet 18:00
KIEL, HBF
Saet: 17:00."