Kurdan û Evûstralyayiyan dewleta Tirk protesto kirin

Kurdan û dostên wan ên li Evûstralyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Sydeneyê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û Kobanê protesto kirin.

Girse li Qada Town Hallê kom bûn û ji bo sê jinên li Kobanê hatibûn qetilkirin rêz girtin.

Bijîşka femînîst Coral Wynter got ku “Em tevgera femînîst a Evûstralyayê rêhevalên xwe yên jin bi bîr tînin ên ku ji aliyê dewleta Tirk û Erdogan hatibûn qetilkirin. Rojava şoreşa hemû jinan e, ji ber vê jî bûye kabûsa Erdogan. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora vê şoreşê bibin yek.”