Kurdan û Şiliyan hevpar li Ûppsûla çalakiyek kirin

Kurdan û Şiliyan li Ûppsûla ya Swêdê bi çalakiyeke hevpar dewleta Tirk a digirker û hikûmeta Şîlî ya zextker protesto kirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ûppsûla, Komîteya Rojava û Komeleya Şîlî bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava û Şîliyê re li navenda Ûppsûla meşek û mîtîngek kirin.

Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû ya li mîtînga li Qada Stora hate kirin de axivî diyar kir ku êrîş û zextên rejîma Erdogan a li Tirkiyeyê ya li ser gele Kurd û hêzên demokrasiyê hê zêdetir bûye, di politikaya derve de jî polîtîkayeke ya êrîşkarî dike.

Li ser navê Komîtiyea Rojva V. Nîls dewleta Tirk bi direwa avakirina herêma ewle ya li ser sînor dixwaze sîstema wekhev, adil û ekolojîk a bi pêşengtiya jinana li Rojava pêk hatiye tine bike ye.

Nîls ji bo Tirkiye û çeteyên wê yên hov ji Rojava derbikevin bang ketina tevgerê li civaka navneteweyî kir.

Di axaftinên li ser Komeleya Şîliyan jî hate kirin, bal kişand ser zext û pêkanînên aborî yên hikûmeta Pînera ku gel hejar dike, kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Pînera Îstifa’, ‘Piştevaniya Şîlî Rojava’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ê’ hatin qîrkirin.