Kurdan li gel dostên xwe yên Îtalyayî li Torinoyê Newroz pîroz kirin
Li bajarê Torino yê Îtalyayê, Kurdan li gel dostên xwe yên Îtalyayî Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Torino yê Îtalyayê, Kurdan li gel dostên xwe yên Îtalyayî Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Torino yê Îtalyayê, li salona Cabria'yê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, bi navê Komîteya Kurd a Milanoyê Ajvar Başûrî axivî.
Başûrî têkildarî pêvajoyê axivî û got, "Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya me hemûyan. Em Newrozê li Rêber Apo û her kesî pîroz dikin."
Ji Defend Kurdistan Enternasyonal Elisa Ginzburg, Sara Sarri, Alessio Giorgi jî bi kurtasî axivîn û Newroz pîroz kirin.
Bi navê UIKI Serkan Xozatli jî destnîşan kir ku di jinûve avakirina cîhanê de weke gelê Kurd ew çqasî di avakirina civaka demokratîk de bibin yek û li ser bingeha têkoşîna hevpar stratejiyekê hilberînin wê ewqasî jî nêzî azadiyê bibin.
Piştre agirê Newrozê hate dadan û li ber stranên Koma Dilhat govend hate gerandin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Newroz' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn.