Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kurdan li Cenevreyê pişta xwe dan NY’ê

Kurdan di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîsm, dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de, çalakiya rûniştinê ya li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) dîsa destpê kirin.

Kurdistaniyan çalakiya rûniştiyê ya 25’ê Çileyê ya li ber NY’ê starta wê dayî, ji ber şewbê navber dabûnê. Çalakiya rûniştinê wê her roja Çarşemê dom bike.

Kurdistaniyên ku vê sibehê li konê berxwedanê yê li ber ofîsa NY’ê hatîn gelhev, mitîngek lidar xistin.

Çalageran pişta xwe dan NY’ê û ji bo bêdengiya wan a li hemberî daxwazên bi maf ên gelê Kurd bertekên xwe nîşan dan.

Li ser navê Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (CDK-S) Kawa Ûrmiye axivî û got: “Çi ji aliyê şervanên li qadên gêrîla ve, çi ji aliyê girtiyên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê çi ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrûpayê ve be bi xwedîderketina li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ berxwedanek giştî derketiye holê.”

NAMEYÊN ŞANDÎN JI NY’Ê RE GEHIŞTIN 10 HEZARAN

Hevserokê CDK’ê yê Swîsreyê Salih Saglam diyar kir ku nameyên ku ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatîn şandin îro gehişte rêjeya xwe ya 10 hezarî û anî ziman hetanî kampanyaya nameyan a tevahî Swîsreyê encam digre wê berdewam bikin.

Di çalakiya rûniştinê ya hefteya pêşiya me ya roja Çarşemê bê lidarxistin wê Xabûr Dêrik ê ku di berxwedaniya Garê de şehîd bûyî bê bîranîn.