Kurdan li Bielefeldê ji NY’ê re name şandin

Şandina nameyan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Bielefeldê didome.

Di nameyên ku ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Gûterresê re tên şandin daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê kirin.

Di nameyan de her wiha bal tê kişandina ser Rêberê Gelê Kurd ku 22 salin di nava tecrîdê de tê ragirtin.

Çalakvanan dan xûyakirin ku evê heya azadbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

Îro Kurdên li herêma BaûmHeîde ya Bielefeldê dijîn nameyên ku komkiribûn ji bo ku bigihînin NY’ê, komek endamên navenda civakê ew name avêtin sindoqên postayê.