Kurdan bi senatorê Evûstûryayî li ser ‘qeyyûm’ hevdîtinek kirin

Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a li Evûstûryayê (DKTF) û heyeteke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi senatorê Partiya Kesk Mehreen Farûqî re hevdîtin kirin û derbarê darbeya qeyyûm dosyeyek pêşkêş kirin.

Hevserokê DKTF’ê û endamê KNK’ê Îsmet Taştan jî di heyetê de cih girt.

Taştan ji senator re qala desteserkirina şaredariyên HDP’ê kir û dosyeyeke li ser zextên li ser Kurdan pêşkêş kir.

Senator Farûqî jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê û destgîrkirina endamên HDP’ê da.

Farûqî diyar kir ku bi tu awayî nayê qebûlkirin ku şaredariyên HDP’ê werin desteserkirin û bal kişand ser vî tiştî ku divê li hemberî vê darbeya sivîl helwest were nîşandan.

Senator diyar kir ku hikumeta Ankarayê zextan li Kurdan dike û ew ê van zext û êrîşan têxe rojeva partiya xwe û ew ê nameyan ji Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve re bişînin.