Çalakiya Kurdistaniyan a runiştinê ya her roja Çarşemê, di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didom e.
Di çalakiya îro de bal kişandin li ser daxuyaniyên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser tevnên sanal hatîn parvekirin, diyar kir divê malbat û parêzer li gel hevdîtinê pêk bîne û bang li dewletên Ewropa kirin ku xwedî li berpirsyartiyên derbikevin.
Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Garê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ hatin hilgirtin û bi wesîleya salvegera qetlîama Helepçeyê deqeyek rêz hate girtin.
‘BÊDENGIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ JÎ PROTESTO DIKIN’
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê (TJK-E) siyasetmedara jin a Kurd Zozan Derik axivî û bibîr xist ku ev ji 21 salê zêdetire Rêber Apo bi destê dewletên Ewrûpayê ji aliyê rejîma Tirk a faşîst ve hatiye dîlgirtin.
Dêrik got, “Niha li 4 parçeyên Kurdistanê gelê Kurd i ber jiyana Rêbertiya xwe fikarên xwe bînin ziman daketine qadan û bêdengiya dewletên Ewrûpa ya li dijî tecrîd û êşkenceyê protesto dikin.”
ŞEHÎDÊ GARÊ XABÛR DÊRIK HATE BÎRANÎN
Piştî çalakiya li ber avahiya NY’ê, gêrîlayê HPG’ê Xabûr Dêrik (Cabbar Îsmaîl Mûhammed) ê ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Garê de şehîd bûyî bibîr anîn.
Di çalakiya bîranînê de Azîz Dêrik axivî û got, “Xabûr Dêrik ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd tevlî nava mewziyên berxwedanê bû û di vê oxirê de şehîd bû. Em weke malbatên Xabûr Dêrik em ê xwedî li mîrasên wî derbikevin û têkoşîna wî ya azadiyê bigehînin serkeftinê.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.