Kurd û dostên wê li Strasburgê ber bi Konseya Ewropayê meşiyan

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasburga Fransayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî destpêkiribû û du hefteye didome îro bi meşê dom kir.

Çalakiya rûniştinê ku di hefteya wê ya duyemîn de Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) dewir girtibûn, ji bo yekemîn roja rûniştinê derbarê Tirkiyê ya li Konseya Ewropayê (KE) çêdibe meşek hat lidarxistin.

Di çarçoveya rapora Tirkiyê ya Komîteya Şopandinê ya Welatên Endamê Konseya Ewropayê di 19’ê Cotmehê de weşandibû, Konseya Ewropayê di 22’ê Cotmehê de civiya. Vê civîn heya 23’ê mehê jî bidome.

Di rûniştinên ku bi awayek online hatî organîzekirin de vê di çarçoveya rapora CPT’yê ya derbarê qirkirinên siyasî yên desthilata AKP-MHP ya li ser HDP’ê û siyasetên şer û zextên li ser gelê Kurd, di serî de sîstema êşkencê ya Îmraliyê, pêkanînên xirab yên li girtîgehan wê werin destgirtin.

Meşa ku li ser bangewaziya TJK-E û KCD-E’yê li Meydana Kleber hate destpêkirin li ber avahiya KE’yê bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di meşê de pankartên “Ji Ocalan re Azadî” bi deh zimanan û wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin.

Her wiha di meşê de bi berdewamî dirûşmeyên “Erdoganê Kujer”, “Dewleta Tirk Faşîst e”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Jinan bi amûrên rîtmê yên di destên wan de protestoyeke dengdar pêk anîn.

Çalakvan dema gihiştin ber avahiya KE’yê bi hilgirtina wêneyên Ocalan çalakiyeke rûniştinê pêk anîn. Di wê derê de Hunermend Zarîfe Zerîn pêvajoya dîrokî ya komploya navnetewî vegot û îşare bi rola welatên Ewropayê ya di wê komployê de kir.

Piştre derbasî qada çalakiya Nobeta Azadiyê ya 9 salin didome bûn, li wê derê saziyên tevlî çalakiyê bibûn her yek axaftinek pêşkêş kir.

Li ser navê TJK-E’yê Aktîvîst Neslîhan Kiliç diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi komploya navnetewî dîl hate giritn û radestî Tirkiyê hat kirin, erkê gardiyantî ji dane Tirkiyê.

Kiliç her wiha da zanîn ku ew 22 salin ku Ocalan di nava sîstema Îmraliyê ya ku weke wê bi ti awayî li cîhanê nehatî dîtin tê ragirtin û ew êşkence û îzolasyon li ser gelê Kurd tê pêkanîn.

Dewletên Ewropa ku xwe îdea dikin parêzvanê demokrasiyê ne, li hemberî pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk li Îmraliyê pêk tîne, bi gotina “bi fikarin” sûc kirine. Ew polîtîkayan in ku hiştiye desthilatdariya dewleta Tirk a faşîst bê wê astê û bigihîje rehendekî ku êrîşê her çar aliyan bike.

Kiliç herî dawî got: “Eger welatên Ewropayê dirust bin, pêwîste di rûniştinên têkildarê rapora Komîteya Şopandinê de li hemberî wê rejîmê pêkanînan ferz bikin.”

Li ser navê KCDK-E’yê  Hevserok Fatoş Goksûngûr axivî û dazanîn ku gelê Kurd bi salane hewl daye li kolanan bi çalakiyên cûr bi cûr, pêkanînên der mirovî yên li ser Rêberê Gelê Kurd ragihîne. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin, heya Ocalan azad nebe vê gelê Kurd ne sekine.

Goksugur destnîşan kir ku Kurd qurbanê şerê parvekirina emperyal hatine kirin û wiha pê de çû: “Îro bi tecrîda ku li ser Rêberê me tê ferzkirin dixwazin ji gelê Kurd re bêjin dest ji têkoşînê berdin. Heya gelê Kurd azad nebe, heya Rêberê xwe azad neke vê dest ji têkoşînê ber nede.”

Li ser navê SYKP’ê Tuncay Yilmaz jî diyar kir ku divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî demildest serbest werin berdan.

Heya ku li Tirkiyê demokrasî neyê avakirin û gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest nexe çareserî ne pêkane. Esareta Rêberê Gelê Kurd ji aliyê tu şoreşgerekî ve nayê qebûlkirin.

Yilmaz di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê li kêkeka gelê Kurd têkoşîna xwe bidomînin û wê têkoşîna wan teqez serbikeve.

Hevserokê Meclîsên Êzidî yên Ewropayê Fîkret Îgrek jî ji bo ku dosya derbarê “Peymana Şengalê” ya di navbera hikumetên Bexda-Hewlêrê hatî îmzekirin ya amadekirîne pêşkêşî KE’yê bike li Strasburgê bû.

Îgrek jî di meşê de axaftinek pêşkêş kir û ragihand ku peyman tê wê watê ku civaka Êzidî ji qirkirinekê re derbas bikin. Qebûlkirina peymanê ji aliyê tu Êzidiyekê ne pêkane, pêwîste di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de xweseriyê bidin Şengalê.

Îgrek bi bîrxist ku ji êrîşên qirkirinê ya civaka Êzidî ya sala 2014’an PDK berpirsiyare û diyarkir ku armanca PDK ji wê Peymana Şengalê ewe ku ciavka Êzidî ji holê rake.

Îgrek bi wê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Divê welatên Ewropayê bertekê nîşanê Peymana Şengalê bidin û  zilma li ser gelê Kurd rawestînin.”