Kurd û dostên wan li gelek bajarên Fransayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Fransayê meş hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Fransayê meş hatin lidarxistin.
Kurd û dostên wan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, li banliyoya Parîsê û li gelek herêmên din meşiyan.
Meş li banliyoyên Drancy, Evry û Vîllîers-le-Belê hatin kirin. Di meşan de tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Li herêma Normandiya û bajarê Rennesê bi heman armancê meş hatin kirin.
Di meşan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flama hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî hatin protestokirin.