Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê li Bordeaûxê daketin qadan
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek kirin.
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Walîtiya Bordeaûxê hatin ba hev bi dirûşman êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava protestokirin. Di çalakiyê de hate gotin ku hikûmeta Fransa bila dev ji ‘sê meymûniyê’ berde û divê mudaxeleke bike. Daxwaza hevdîtinê bi walîtiyê re hate kirin. Çalakvan li ser neamadebûna Walî bi alîkarê wî re civiya û bêdengiya Ewropa protestokirin.
Piştî hate gotin ku wê daxwazên wan bên gihandina cihên pêwîst û şûnde girseyê des bi meşê kirin.