Ji gelek welatên Ewropayê ji saetên siharê û şûnde, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan herikîn Parka Rebstock a Frankfurt.
Ji saetên destpêkê û şûnde, beşdarvanên ku di kabîneyên ewlehiyê re derbas bûne li qadê bi davul û zirneyan govend gerandin.
Li qadê ji xeynî stranên dengbêjiyê, bi merasîmên cuda coşeke mezin heye.
Gelê ku li qadê flamayên YPG, YPJ û PKK’ê hildigirin, li benda vebûna bernameyê ne û serdana standên ku hatine danîn, dike.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji sala 1992’yan û vir ve tê lidarxistin.