Kurd li dijî tecrîd û êrîşan daketin qadan
Li her dera cîhanê gelê Kurd li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan.
Li her dera cîhanê gelê Kurd li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan.
Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven greva birçîbûnê ya li Kopenhagê di roja 9’emîn de didome.
Di çalakiyê de kon hatiye vekirin û belavok tên belavkirin.
OSLO
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Osloyê di roja 5’emîn de ye. Çalakgeran mîtîngek lidarxistin û dewleta Tirk protesto kirin.
LEFKOŞA
Li bajarê Lefkoşayê ya Kibrisê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakgeran ji bo bidawîkirina azadiya Ocalan greva birçîbûnê ya ji bo 6 rojan dan destpêkirin.
ADIGEY
Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê greva birçîbûnê didome. Çalakgeran xwestin ku bila tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were rakirin.
Di çalakiya greva birçîbûnê de êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê û yên li ser Mexmûrê hatin protestokirin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrneyê ya Avûstralyayê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 2’emîn de ye. Di çarçoveya çalakiyê de li navenda bajêr agahdarî tên kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê hatin protesto kirin. Çalakî li pêşiya Îstasyona Trênê hate destpêkirin. Di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.