Kurd ji bo Rojava li Stockholmê li ser piyan e

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava li bajarê Stockholmê yê Swêdê rabûn ser lingan.

Kurd û dostên wan li dijî bomberdûmana li ser Rojava daketin qadan û bêdengiya welatan protesto kirin.

Çalakî li qada Sergelstorg a navenda Stockholmê hate kirin, Parlemeterê Partiya Çep Ilona Szatmarî Woldaû axivî, ragihand ku Partiya Çep êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê şermezar dike.

Waldaû anî ziman ku armanca Erdogan a êrîşî Kurdên dawî li DAÎŞ’ê anî pêşîgirtina statûyên Kurdan e û diyar kir ku partiya wan ji bo êrîşên dewleta Tirk bide sekinandin wê her tiştê mimkûn be bike.

Çalakvanên ji ANF’ê re axivîn diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk wê her rojê li qadan bin.

Çalakvan Şukran Yeşîl anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava bi zanabûn 9’ê Cotmehê hate kirin. Yeşîl got çawa Kurdan komploya 9’ê Cotmehê pûç kirin wê vê êrîşê jî pûç bikin.

Şiwan Merîwae yê Rojhilatê Kurdistanê ye diyar kir ku êrîşa artêşa Tirk a li ser Rojava parçeyek ji êrîşên qirker û îmhayê ya li ser Kurdan e. Kurd û pêkhateyên din ên li Rojava dijîn wê rê nedin sîstema wekhev û adil a bi hev re bijîn têk biçe.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Kujer, faşîst Erdogan’, ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’ û ‘Bijî şoreşa Rojava’ bi dawî bû.