Kovara Stêrka Ciwan bi deng li ser platformên dîjîtal e

Kovara Stêrka Ciwan ku hejmara xwe ya herî dawî bi sernavê "Erka Demê Şerê Gel ê Şoreşgerî ye" çap kir, wê êdî li ser platformên dîjîtal bi deng jî bê weşandin.

Kovara Stêrka Ciwan hejmara xwe ya 232'an bi manşeta "Erka Demê Şerê Gel ê Şoreşgerî ye" gihand xwendevanên xwe.

Di hejmara meha Îlonê de kovarê giranî da ser Şerê Gel ê Şoreşgerî. Her wiha nivîsên li ser mijarên îdeolojîk, çandî-hunerî û dîrokî weşand.

Komîteya Amadekar a Kovarê ragihand ku kovara Stêrka Ciwan êdî li ser platformên dîjîtal bi deng dikare bê şopandin.

Platformên navborî wiha ne: Spotify, Google Podcasts, Apple Podcasts, Breaker, Castbox, Radiopublic.

Kovara Stêrka Ciwan bi deng li lînka "https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv" dikare bê peydakirin.