Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê hat avakirin

Rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên baweriyê û komeleyên gund û herêman ên ku li Îngilistanê çalak in, Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê ava kir.

Meclîsa Gelê Kurd, rêxistinên Elewiyan, Day-Mer, GÎK-Der, Navenda Çandê ya Tohûm û gelek rêxistînên girseyî yên demokratîk ên din, ji bo xebata hilbijartinan Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê ava kir.

Koordînasyona Hilbijartinan ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi hemû pekhateyên xwe tev lê bûye, zû dest bi kar kir. Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê , destpêkê wê ji bo kesên qeyda xwe neanîne Brîtanya, bixebite.

KAR Û BARÊ NAV Û NÎŞANÊ

Koordînasyonê bi bîr xist ku qeyda hilbijêran li ser telefon, ya jî pergala e-devletê çênabe û diyar kir ku konsulxane wê 18’ê Adarê roja Şemiyê û 19’ê Adarê roja Yekşemê jî di navbera saet 10.00-16.00’an wê bixebite.

Koordînasyonê da zanîn ku eşkerekirina navnîşanê wê di navbeyna 20’ê Adarê û 2’yê Nîsanê bi çûyîna konsulxaneyê bê kirin û gelê li Brîtanyayê dijî, kir ku biçe denge xwe bide.

Li komeleyên ku pêkhateyên koordînasyonê ne, wê di navbeyna 20’ê Adarê û 2’yê Nîsanê de hem xizmeta kontrolkirina qeyda hilbijartinan bê kirin hem jî form bên dagirtin. Ji vê dîrokê û bi şûn de wê ji bo gel tev li hilbijartinan bibe, wê xebat bê kirin.

KOORDÎNASYONÊ BANG LI GEL KIR KU BIÇE DENGÊ XWE BIDE

Koordînasyonê ji gelê li Brîtanyayê dijî, xwest ku biçe dengê xwe bide da ku nûnertiya rastîn a gel diyar bibe.

Ragihandin û xebatên Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê wê bi rêya Instagram, Facebook, Twîtter û TîkTokê mirov bikare bişopîne.

SAZIYÊN DI NAVA KOORDÎNASYONÊ DE

Sazî û partiyên di nava Koordînasyona Hilbijartinan a Brîtanyayê de ev in:

“Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (Gîk-Der),  Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF), Meclîsa Gelê Kurd, Alxas-Kom, Dersim-Der, El-Com, Mala Çandê ya Tîlkiyî, Demirciyî û Nûrhakiyan, Bozca-Der, Day-Mer, Navenda Çandê ya Tohûm, ADHK ya Brîtanyayê , Kirkisrakî, Paz-Der, Komeleya Kurecîkî û Tavlayiyan, Koçgîriyî, Navenda Anatoliyayê ya Essexê, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP).“