Kooperatîfa Karsazên Kurd kongreya xwe ya duyemîn li dar xistin
Kooperatîfa Karsazên Kurd (Med Kooperatîf) li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.
Kooperatîfa Karsazên Kurd (Med Kooperatîf) li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.
Endamên kooperatîfê, nûnerên KNK’ê û HDP’ê û parlementerên berê yên HDP’ê tevlî kongreyê bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê rapora salane ya kooperatîfê hate xwendin.
Piştî xwendina raporê Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç axivî û bal kişand ser rêxistinbûna di warê ekonomîk de.
Piştî pêşniyaz û nîqaşan, kongre bi hilbijartina endam û rêveberiyê bi dawî bû.