Kongreya Meclîsa Kurd a Danîmarka pêk hat
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê kongreya xwe ya asayî ya salane pêk anî.
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê kongreya xwe ya asayî ya salane pêk anî.
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê li lokala semta Valby kongree bi deqeyek rêzgirtinê û amadebûna delege, mêhvan û Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal destpê kir.
Kartal ê di kongreyê de axivî bal kişand ser têkoşîna berxwedêrên di grevê de. Kartal destnîşan kir ku têkoşîna azadiya Kurd bi biryar e ku tecrîdê û faşîzmê hilweşîne û serketinê bîne. Kartal banga hê zêdetir a xwedîderketinê li grevên bi pêşengtiya Leyla Guven hatine destpêkirin kir.
Kartal bal kişand ku serketina Tevgera Azadiya Kurd nêz e, hemû cîhan û raya giştî ya navneteweyî vê dibîne û li gorî vê gav diavêjin. Kartal da xuyakirin ku divê gelê Kurd guh nedin propagandayên şerê taybet ê dewleta Tirk.
Kongre bi hilbijartina hevserokên nû yên demê û encamên meclîsê ve bi dawî bû.