Kongreya Avakirina Dersimê, Civata xwe ya Giştî ya Asayî pêk anî

Kongreya Avakirina Dersimê, 3’yemîn Civata xwe ya Giştî ya Asayî li Elmanyayê pêk anî. Di civatê de bal hat kişand ser êrîşên li dijî bawerî û xwezaya Dersimê.

Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) 3’yemîn Civata xwe ya Giştî ya Asayî li Navenda Çandê ya Elewiyan a Oberûrsel a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê pêk anî.

Civata Giştî, di şexsê kesên di salên 1937-1938'an de li Dersimê hatin qetilkirin de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî ji bo dîwanê Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Ozlem Yilmaz û Haydar Uç hatin hilbijartin.

Nûnerên Navenda Dîrok û Lêkolînê ya Dersimê, Komeleya Kurmeşiyan, Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî, Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E, Federasyona KAWA, Partiya Çep a Kesk Ewropa, FEDA û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk jî tevlî civatê bûn.

Nûnerên saziyan bal kişandin ser girîngiya DÎK'ê û hat diyar kirin ku ji bo DÎK xebatên xwe bigihîne UNESCO, YE û NY’yê û ji bo Qirkirina Dersimê û qirkirina çandî û xwezayî ya dewam dike bê qebûlkirin behsa girîngiya xebatên giştî hat kirin.

Di civata ku pirsgirêkên heyî û dîrokî yên Dersim û derdora wê hatin vegotin de, behsa êrîşên li hemberî bawerî û xwezaya Dersimê hat kirin.

Di civatê de ji bo saziyên ku ji bo pirsgirêkên Dersimê xebatê didin meşandin hat diyar kirin ku li dijî asîmlasyona dewletê û texrîbata xwezayê divê xebatek rêxistinkirî bidin meşandin. 

Rêveberiya Kongreya Avakirina Dersimê ya ji 7 kesan pêk tê, hat diyarkirin. Rêveberiya nû di civîna xwe ya yekemîn de wê wezîfeyên xwe diyar bikin.