KONGRA-GEL salvegera 41'ê ya damezirîna PKK'ê pîroz kir

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL salvegera 41'ê  ya damezirîna PKK'ê bi peyamekê pîroz kir.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL salvegera 41'ê ya damezirîna PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, mirovahiya pêşverû pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anî.

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de got, ''Berhema Rêber Apo a herî mezin PKK ye û hemû jiyana xwe jî di ber serkeftina PKK’ê de da. Di dîroka gelê Kurdistanê de pêşketina  herî mezin, di jiyana gelê Kurdistanê de jî guhertina herî mezin, bi damezrandina PKK’ê pêk hatiye.

Damezrandina PKK’ê, milada vejîna Kurdên azad e. Bi tekoşîna PKK’ê, dîroka  hatî berevajîkirin a gelê Kurdistanê, hate serarastkirin. 

Berî tekoşîna PKK’ê, hêviya gelê Kurdistanê hatibû qutkirin. Bi Rêbertiya Serok Apo û pêşengtiya paradigmaya azadiyê, gelê Kurd niha ji bo gelên herêmê û mirovahiya pêşverû re bûye hêviya jiyana azad.

PKK şoreşa jinê ye. Paradigmaya Rêber Apo ya ekolojîk, demokratik a li ser bingeha azadiya jinê, îro ji bo hemû jinên cîhanê û mirovahiya pêşketî re bûye hêviya jiyana azad. Ji ber vê yekê jî em hemû hevalên şehîdên jin, bi rêzgirtin bibîrtînin. 

Ji ber destkeftên tevgera azadiyê, dewletên dagirker êrişî gelên Kurdistanê dikin û dixwazin pêşî li pêşketinan bigrin. Xofa şoreşa Kurdên azad ketiye dile dagirkeran. Ji ber vê yeke jî bi hovane êrişê dibine ser gelê Kurd û tekoşîna azadiyê. Lê bele hîç tiştek nikare pêşiya şoreşa azadiyê bigire. Rêjîmên faşist û dagirker, yên ku dixwazin gelê Kurd tune bikin, ewê bi xwe têk biçin.

Dewleta dagirker a Tirk, bi  êrişên li ser gelê Kurdistanê dixwaze emrê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dixwaze destkeftên gelê Kurdistanê têk bibe. Li ser vî esasî êrişê dibe ser herêma xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê. Lê bele armanca dijminên Kurd ne tenê Rojava ye. Dewletên dagirker, dixwazin bi giştî hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibin.

Ji ber vê yeke jî pêwîst e em gelê Kurdistanê, partiyên siyasî, rewşenbîr û rêxistinên medenî, li hemberî êrişên dewleta faşist û dagirker a Tirk bi hevre tekoşînê geş bikin û li Rojava xwedî derkevin. Serkeftina Şoreşa Rojava, ji bo gelên Kurdistanê û gelên herêmê serkeftina jiyana azad e. Serkeftina Rojava yê bibe sedema têkçûna faşîzma dewleta Tirk. Têkçûna faşîzma dewleta Tirk, hilweşîna dîwarê pêş azadiya gelên Kurdistanê ye û azadiya Rêber Apo ye.

Li ser vî esasî em salvegera  41'ê ya damezrandina PKK’ê,li gelên Kurdistanê û dostên gelê Kurd dîsa pîroz dikin. Di tekoşîna sala 42'an de , ji bo têkbirina dagirkeriyê, em bang dikin ku li Kurdistan û derveyî welat têkoşîn were geşkirin.''