KONGRA-GEL: 16'ê Mijdarê li Kolnê em bersiva silavên Rêber Apo û êrişên li ser gel bidin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL got, "Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê em bersivê bidin silava Rêber Apo û êrişan. Em 16'ê Mijdarê bikin rojeke dîrokî."

MEŞA LI KOLNÊ

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi giştî bi berxwedana Tevgera Azadiyê, bi taybetî jî bi bandora pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî”, piştî 43 mehan tenê carekî malbat bi Rêber Apo re hevdîtin çêkir.

Lê belê wekî Rêber Apo di peyama xwe ya dawî de diyar kiribû, tecrîd li Îmraliyê berdewame û dîsa 3 meh cezayê dîsîplînê dane Rêber Apo. Tecrîd û cezayê dîsîplînê konsepta pergala komkujiyê ya li Îmraliyê ye.

Desthilatdariya AKP- MHP di têkçûna plansaziya xwe ya şer de ders negirtine. Bi êrîşên li ser gel û gêrîla di siyaseta şer de israr dikin. Li ser binesaziyên Rojava êrîşan dikin, jin û zarok kesên sivîl dikujin. Cihê şaredarên Kurd qeyûman erkdar dikin, bi êrîşan dijwar dixwazin gel bêdeng bikin.

Di aliyekî din jî bi siyaseteke derewker û du rû dixwazin raya giştî bixapînin. Lê belê em dibêjin ji derveyî xwe nikarin tu kesî bixapînin. Taybetî jî gelê Kurd gelê herî zêde bi rêxistinî û polîtîk e, kes nikare gelê Kurd bixapîne.

AKP- MHP di siyaseta neyartiya gelê Kurd de xitimîne. Ji bo ji vê rewşê derkevin, bi siyasetên derew dixwazin li gorî xwe rojevan çêbikin.

Behsa aştiya navxwe dikin, lê êrîşên xwe zêde dikin. Dibêjin li Tirkiyê pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka teror heye. Hebûn û mafê gelê Kurd qebûl nakin, lê belê dibêjin Kurd birayên me ne.

Aliyekî din jî ji encamên şerê cîhanê yê 3’yemîn û guhertinên Rojhilata Navîn jî pir ditirsin. Dibêjin dibe ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de destketên xwe mezintir bike.

Ev rewş jî diyar dike ku AKP- MHP xitimandineke pir mezin dijî. Ji ber vê yekê jî yek alî ji bo xwe planan çêdikin. Lê belê planên ku di çareseriyê de Rêber Apo muxatap neyê girtin û gor wê gav neavêjin, tu encam jê çênabe.

Plana AKP- MHP bi tecrîd, êrîş û qayûman berdewame. Li hemberî vê siyasetê jî gelê me li Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Ev berxwedan niha li bajarên din jî bilav dibe. Em berxwedana gelê xwe bi rêzdarî silav dikin.

Ji bo ku em siyaseta AKP- MHP tengav bikin û mecburî Rêber Apo bikin, pêwîstî heye ku em weke gelê Ewropayê di pêngava azadiya Rêber Apo de dengvedaneke pir mezin pêk bînin. Ji bo vê jî çalakiya roja 16’ê Mijdarê ya li bajarê Kolnê ji bo gelê me yê li Ewropayê derfeteke pir girîng e. Pêwîste gelê me û dostên me di roja 16’ê Mijdarê li bajarê Koln’ê, bi deng û dîmenekî bi heybet bersîva Bahçelî û Erdogan bidin.

Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye. Azadiya gelê me û azadiya Rêber Apo bi hev re girêdayî ye. Sedemên dek û dolabên AKP- MHP’ê jî ev rastiye.

Ji ber vê yekê jî ji bo bersîva van êrîşan, ji bo bersîva siyaseta qayûman, ji bo bersiva berxwedana gelê me yê Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û yê Esenyurtê pêwîste meş û mîtînga me ya 16’ê Mijdarê li Kolnê pir bi heybet be.

Ji bo ku em bi awayekî layîq bersiv bidin silavên Rêber Apo, ji bo gelê me û dostên me meş û mitînga 16’ê Mijdarê derfeteke pir mezin e. 

Li ser vî esasî em ji gelê me û ji dostên xwe re bang dikin;

Werin em bi hevre li bajarê Kolnê 16’ê Mijdarê bikin rojeke dîrokî. Bila hemû cîhan deng û daxwaziya gelê me bibîhîze. Erd û ezman bi dengê 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' bilerize."