Konferansa Modernîteya Demokratîk: Çareseriya krîzan paradîgmaya Ocalan e

Akademiya Modernîteya Demokratîk bi xebatên atolyeyê dewam dike. Di atolyeyan de bal hat kişandina li ser pirsgirêkên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine avakirin û hat diyarkirin ku çareseriya krîzan jî paradîgmaya Abdullah Ocalan e.

Konferansa ku ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi dirûşmeya “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” li bajarê Basel ê Swîsreyê hat lidarxistin, di roja 2’an de dewam dike. Gelek rêxistin ji Ewropa, Efrîqa, Emerîkaya Latîn û Asyayê beşdarî konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin, dibin.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nirxandin. Di konferansê de tê armanckirin ku valahiyên di navbera tevgerên cuda yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên pêşxistin û xetên berxwedana stratejîk bi hev re bên avakirin.

PIRSGIRÊKÊN KU JI ALIYÊ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST VE HATINE AVAKIRIN, TÊN NIRXANDIN

Roja duyem a konferansê di danê siharê de bi xebatên atolyeyê destpê kir. Atolye bi sernavên “dîrok û berxwedan”, “ji perspektîfa Jineolojiyê azadbûna jinan û sosyalîzma demokratîk”, “di sedsala 21’emîn de têkoşîna ref a ji neteweyê wêdetir” û “Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk: Di têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de ciwan” atolye hatin lidarxistin. Rêxistinên ku ji Ewropa, Emerîkaya Latîn, Efrîqa û Asyayê hatine, li ser pirsgirêkên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin semîneran didin û li ser rêbazên ji rizgarbûna krîzan nîqaşan dikin.

Di konferansê de bal hat kişandina li ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk û netewa demokratîk. Hat destnîşankirin ku divê li deverên cuda yên cîhanê rêxistinên têkoşer toreke piştevaniyê ya navneteweyî ava bikin û vê torê xurt bikin.

Di beşa konferansê ya piştî nîvro de jî, wê têkildarî “Demokrasiya Herêmî û Ekolojî” panelek were lidarxistin.

Bernameya konferansê ya sibê, bi vî rengî ye:

“09:30 – 11:00 Panel: Fikrê Sosyalîzmê – Ber bi nûbûnekê ve

- Sedsala 21’emîn: Serdema Şoreşa Jinê

- Di sosyalîzmê de israr kirin, tê wateya di mirovbûnê de israr kirin

11:30 – 15:30 Rêxistinbûn û enternasyonalizm

- Ceribandina alternatîfên dokûmayê

- Li Kolombiyayê avakirin hêza gel

- Li Filipinan perspektîfên rêxistinbûna şoreşgeriyê

- Di Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de destkeftî, zehmetî û perspektîf.”