Konferansa Meclîsên FED-MED'ê pêk hat

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê ku rêxistina sîwanî ya Kurdistaniyên li eyaleta Nordrheîn Westfalen-NRW a Elmanyayê ye, 1'emîn Konfersan Meclîsên xwe li dar xist.

Konferans di navbera 3-4'ê Nîsanê de bi beşdariya 80 delegeyî pêk hat. Encamên konferansa ku 2 rojan dewam kir bi daxuyaniyekê hate parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku konferans bi dirûşma "Rêxistinbûn xweparastin e" pêk hat û di mijara bicihanîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê de rexnedayin hatiye kirin û konferans li ser vê bingehê bi coş û biryardarî bi dawî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di konferansê de bi berfirehî nîqaş hate kirin ku li dijî sîstema kapîtalîst divê civaka Kurd qada çandê weke qada bingehîn a parastinê bibîne, lewma xurt bike û navendên civaka demokratîk jî mîna navendên çandê, çanda Kurd li her cihî temsîl bike.

Li gorî daxuyaniyê konferans bi vê biryardariyê bi dawî bû, "FED-MED wê dirûşma azadiya Rêbertî azadiya jinê, civakê û xwezayê ye li her qada kar bike bingeh û karê xwe li ser vê bingehê bimeşîne. Heta azadiya Rêbertî wê bênavber têbikoşe."

Piştî konferansê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.