Konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' di roja duyemîn de ye -ZINDÎ

Konferansa 4'emîn a ji rêze konferansên 'Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst' di roja duyemîn de li Hambûrgê dewam dike.

Konferans di çarçoveya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşma "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" bi sernavên "Em cîhana xwe şûn de dixwazin", "Li ber xwe bide, bi dest bixe û jinûve ava bike", "Perwerdeya xweser bike û xwe bi rêxistin bike" di roja duyemîn de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dewam dike.

Nûnerên Saziyên Kurdan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Parlamenterê berê yê HDP'ê Hatîp Dîcle, mirovên ji saziyên fikrî, nivîskar û ramangerên ji welatên cuda, nûnerên gelek saziyên Elman tevlî konferansê bûn.

Li pêşiya salona konferansê pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên enternasyonalîst ên tevlî konferansên berê bûn û li nava refên YPG'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn, hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên şervan û kadroyên pêşeng ên li nava refên PKK, YPG û YPJ'ê şehîd bûn li pêşiya salonê hatin daliqandin. Roja duyemîn a konferansê bi hunera koma Gael Feîrste Belfast a Îrlandî destpê kir.

Piştre koma govendê derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Di dema vê pêşkêşiyê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz bû.

Çapemeniya navneteweyî jî konferansê bi baldarî dişoopîne. Konferans wê bi pêşkêşiya li ser mijarên 'Eko Sîstem' û 'Têkoşîna li dijî qirkirina civakî' dewam bike.