Konferansa Ciwanan a Cîhanê bi atolyeyan dewam dike

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Ronahî û “Youth Writing History” ve hatiye organîzekirin, di roja duyem de bi atolye û bernameyên çandê li Parîsê dewam dike.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku li paytexta Fransa Parîsê hatiye lidarxistin, di roja duyem de bi atole û bernameyên çandê dewam dike. Konferans ji aliyê Navenda Têkîliyên bi Gel re ya Ciwanan-Ronahî û “Youth Writing History” (Ciwan Dîrokê Dinivîsînin) ve hatiye organîzekirin. Li gorî agahiyên organîzatoran, di çarçoveya lêgerîna jiyaneke alternatîf a li dijî kapîtalîzmê, tunekirina xwezayê û zexta zayendî ya civakê de, konferans di rojan duyem de wê bi atolyeyan dewam bike.

Roja duyem a konferansê bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” destpê kir.

Di serî de ji Asya, Efrîqa, Ewropa, Emerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, ji welatên cuda zêdeyî 350 beşdar di konferansê de cih digirin. Di roja duyem a 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê de ev atolye tên lidarxistin:

Beriya nîvro;

* Ciwan û tarzê jiyana lîberal

* Li ser rêya şoreşa jinê “Jin Jiyan Azadî”

* Ciwan û pirsirêkên ekolojîk

* Ciwan û bi faşîzmê mîlîtarîzm

* Ciwan û perwerde

* Ciwanên Rojhilata Navîn di nava Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ne

Piştî nîvro;

* Ciwan û krîza aborî

* Ciwan û koç

* Dîroka ciwanan

* Ciwan û enternasyonalîzm

* Ciwan û azadî

* Pirsgirêkên ciwanan ên gelên bindest û civakên herêmî

* Pirsgirêkên jinên ciwan

Di dawiya rojê de jî, ciwan wê bi bernameya çandê konferansê bidomînin.