Konferansa Aşitî û Demokrasiyê ku li Berlîn a paytextê Elmanyayê hate lidarxistin, bi panela sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ dewam kir. rûniştina 3’emîn ji aliyê rojnamevan Hayko Bagdat ve hat rêvebirin û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Wezîrê Edaletê ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson axivîn.
‘DEWLETA TIRK PÊŞNIYARAN BERÇAV NAGIRE’
Di panelê de pêşî Parêzer Cengîz Yureklî axivî û anî ziman ku bêhiqûqiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja ewil a dîlgirtina wî ya li Îmraliyê ve destpê kiriye û îro bi zêdetir dewam dike. Yureklî diyar kir ku sepandina ewil a OHAL’ê ku 20’ê Tîrmeha 2016’an xistin dewrê, li Îmraliyê pêk hat û ev tişt gotin: “OHAL cara ewil li Îmraliyê sibeha heman şevê hate pêkanîn. Li Îmraliyê bi guhertin û sînordarkirinên girîng fermiyet dan qezençkirin. Girtiyên li Îmraliyê bi taybet Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Ev şert û merc mafê hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi girtiyên din, malbat û parêzeran re ji holê radike, desteser dike. Qedexeyên serdan û têkiliyê jî zêdetir kirin. Desteserkirinên mafan li dijî girtiyên din jî hatin sepandin. Sînordarkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re di raporên CPT’yê de jî hene. Sînordarkirina şert û mercên fîzîkî û derûnî bi raporên CPT’yê re jî eşkere bûye. Rastiyek e ku qada tevgera fîzîkî ya Birêz Ocalan hatiye sînordarkirin, dema girtina hewayê hatiye kêmkirin û asteng dibin ku rasterast rojê nebînin. Raporên CPT’yê hene ku ji bo ev îzolasyon bê rakirin, girtî zêdetir têkiliyên civakî bikin û bi cihana ji derve bikevin têkîliyê. Lê dewlet bi tu şeweyî ev li ber çavan negirt û nagire.”
‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ PAŞGUH DIKIN’
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî bi rêya Skype tevlî panelê bû. Eren Keskîn got ku li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ye û anî ziman ku sepandinên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava ji ber destkeftiyên li Rojava ye. Eren Keskîn destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê re ne tenê Abdullah Ocalan hemû Kurdan hedef digire.
Eren Keskîn da zanîn ku pirsgirêka Kurd beriya Komarê jî hebû û destnîşan kir ku destkeftiyên li Rojava veguheriye polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk û ev zext hatine rewşeke ku nayê texmîn kirin. Eren Keskîn bi lêv kir ku êrîşên fîzîkî yên dewletê yên di salên 90’î de îro li dijî azadiya îfadayê tên kirin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn rexne li zehmetiyên di dema serdana Îmraliyê de û binpêkirina peymanên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û îşaret pê kir ku saziyên navneteweyî vê rewşê paşguh dikin. Eren Keskîn diyar kir ku zextên li ser siyaseta Kurd ji tecrîda li Girava Îmraliyê ne serbixwe ye.
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Wezîrê Edaletê ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberekî ku li cîhanê tê naskirin e û anî ziman ku ew 6 caran bûye endamê şandeya Îmraliyê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe.
Ogmundur Jonasson da zanîn ku dewleta Tirk aştiyê naxwaze tenê aştiya bi şert û teslîmiyetê dixwaze û got ku 3 sal û nîve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û peyama dawî di sala 2019’an de hatiye. Jonasson bi bîr xist ku di vê peyama Abdullah Ocalan de gavên pêş hene û daxwazên demokratîk hatine kirin. Jonasson anî zimam ku di Newroza 2013’an de peyama aştiyê yê Abdullah Ocalan bandoreke girîng çêkiriye û piştre di sala 2015’an de deriyên Îmraliyê hatine girtin û îdia kir ku Enqere di vê pêvajoyê de qutbûnê çêkiriye.
Ogmundur Jonasson îşaret bi pevçûnên hundurîn a dewletê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an kir û anî ziman ku di êrîşên di wê demê de Kurd hatine qurbankirin. Jonasson, got ku bajarên Kurdan veguherandine qadên şer û anî ziman ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin û divê bi lezgînî gav bên avêtin. Jonasson diyar kir ku dewleta Tirk tevî daxwazên CPT’yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re red dike û mafê telefonê jî nade.