Meclîsa Gel a Kurd a Marsîlyayê kongreya xwe lidarxist

Meclîsa Gel a Kurd a Marsîlyayê li bajarê Marsîlya ya Fransayê sêyemîn kongreya xwe li dar xist.

KONGREYA MECLÎSA GEL A KURD

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê Meclîsa Gel a Kurd a Marsîlyayê sêyemîn kongreya xwe li dar xist. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li semta Saint‑Antoine hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên li Marsîlya û derdora wê dijîn û dostên wan ên Fransî tevlî bûn.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre heyeta dîwanê ku ji 3 kesan pêk tê hat hilbijartin û bername hat erêkirin.

Di kongreyê de raporên xebatê ya serdema berê hat xwendin û bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Di raporê de ji zêdebûna hejmara komunên tax û jinan heta qursên zimanê dayikê, ji çalakiyên Hefteya Çand a Kurd heta hevdîtinên lobî yên bi Parlamentoya Fransayê hate nirxandin. Erozyona zimanê ya di nifşê nû de, zehmetiyên aborî û êrşên komên rastgirên tund li dijî esnafên Kurd weke pirsgirêkên herî girîng hatin tomarkirin.

Rojnamevan-nivîskar Ferda Çetîn ku tevlî kongreyê bû, geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn nirxand. Çetîn destnîşan kir ku aşîtiya mayînde wê li ser bingeha perspektîfa Rêber Apo pêkan bibe. Di dema axaftina Çetîn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Zîn Cudî jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahî cîhana modern mînak e. Cûdî diyar kir ku rêxistinbûna jinê ya li bajêr di sala 2024’an alîkariya hiqûqî û derûnî pêşkêşî 44 jinan kiriye û ragihand ku di qada ekolojî û kooperatîfê de jî ji bo du projeyên nû amadekarî dikin.

Piştî nirxandinên siyasî rûniştina- pirs- bersiv hate lidarxistin. Piştre Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Şibatê de kir hate xwendin.

Di kongreyê de bi hilbijartina vekirî rêveberiya Meclîsa Gel a serdema nû hate hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê çalakvana Kurd Ayşe Koçer û endezyarê înşaetê yê ji meclîsa ciwanan Alî Şoreş hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de ku ji 9 endamên esîl û 5 endamên cîhgir pêk tê de kotaya jinan ji sedî pêncî hate parastin; komîsyon ziman-çand, ciwan, jin, dîplomasî, medya, ekolojî û malî-hiqûqê ji nû ve hatin vesazkirin. Hevserokên nû soz dan ku rêxistinkirina civaka Kurda a li Marsîlyayê ya li ser xeta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê mezin bikin.

Di danezana ku ji aliyê heyeta dîwanê ve hat ragihandin de hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva navendî ya muzakereyê ye. Xebatên belavkirina zimanê dayîkê, projeyên projeyên aboriya jinê û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Kurd ku bi civaka sivîl a Fransî re were avakirin weke xebatên esas hatin rêzkirin.

Kongre bi stranên Koma Şehîd Çiya û gerandina govendê bi dawî bû. Beşdaran daxwaz kirin ku lîjneya giştî ya bê di payîza 2026’an de bi tevlîbûneke zêdetir pêk were û biryar dan ku civîna ewîl a meclîsa nû di hefteya pêşiya me de pêk were.