DEM Partiyê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir ku li salvegera 127'an a damezrandina Rojnameya Kurdistanê rast tê.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir ku li salvegera 127'an a damezrandina Rojnameya Kurdistanê rast tê.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpiryar Tayîp Temel daxuyanî da.
Daxuyaniya DEM Partiyê bi vî rengî ye:
"Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya netewî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin. Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel ya Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şert û mercên dijwar de hatiye derxistin û di bin pest û pêkûtiyan de maye. Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên.
Rojnameya Kurdistanê ji vê hêla xwe ve ji rojnameyekê wêdetir, bûye navê heqîqetekê ku 127 sal berê li Rojhilata Navîn, li dijî înkar, îmha û tunehesibandinê şewq daye. Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22'yê Nîsanê ji sala 1973'yan û vir ve wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 127 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Rojnamegerên Kurd ên ku heqîqetê dinivîsin, hem bûne şahidê dîroka berxwedanê û hem jî bûne parçeyek ji vê dîroka berxwedanê. Ji bo vê yekê wan berdêlên giran dane.
Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90î de wek ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000'î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye. Ev rêwîtiya ku bê hedan ber bi heqîqetê ve diçe îro li çar aliyên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê veguheriye hêza watedar a lêgerîna Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber vê yekê jî Roja Rojnamegeriya Kurdî ne tenê roja cejnê ye, di heman demê de bûye sembola berxwedan û têkoşîna heqîqetê. Cejna Rojnamevaniyê bi taybetî li damezrênerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd pîroz be. Em di şexsê Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan de hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî, dilovanî û minetdarî bi bîr tînin. Em bi rêzdarî li ber bîranînên wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan bejna xwe ditewînin."