Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Saint Avoldê hatin bibîranîn

Şehîdên Azadiya Kurdistanê li bajarê Saint Avold ê Fransayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şehîd Rujiyan Rûken (Elîf Keskîn), Memyan Serhat (Ersîn Serhat), Xeyrî Andok (Yaşar Tekîn) û Xelîl (Denîz Çîftçî) yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, li bajarê Saint Avold ê Fransayê hatin bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan hatin danîn û find hatin vêxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê Meclîsa Gel a Saint-Avoldê û biraziyê Xelîl (Denîz Çîftçî) ku li Dersimê şehîd bû, hat kirin. Çîftçî anî ziman ku têkoşîna her şehîdekê ji bo azadiyê ye û got: “Em gelê Kurd deyndarê şehîdên xwe ne. Hemû deskeftiyên me bi saya têkoşîna şehîdan hatiye bidest xistin. Em neçarin ku têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin. Çîftçî diyar kir ku çeka her şehîdekî hevrêyek din radike û ev têkoşîn mezin dibe. Çîftçî destnîşan kir ku divê her Kurdên welatparêz pirsa “Em ê çawa di têkoşînê de dikarin cih bigrin?” bikin. Çîftçî destnîşan kir ku serhildana herî mezin a Kurdistanê ku bi Lozanê re bûye çar parçe, têkoşîna PKK’ê ye û got ku ev têkoşîn veguheriye hêzekî ku li Rojhilata Navîn hevsengiyê diguherîne.

Li ser navê malbata şehîd Rujiyan Rûken (Elîf Keskîn) ku di 11’ê Tirmeha 2024’an de li Metînayê şehîd bû, Resûl Keskîn jî axivî û got ku Rujiyan evîndarê azadiyê ye û berê wê her tim li çiyayên Kurdistanê bûye.

Li ser navê malbata şehîd Memyan Serhat (Ersîn Serhat) û nûnerê CÎK'ê Mele Kasim axivî. Kasim diyar kir ku Ersîn ji bo gelê xwe biryara têkoşînê girtiye û tevlî refên gerîla bûye û wiha got: “Ew azadiyê esas girt û bi şehadetê re azad bû. Erka me hemûyan e ku em têkoşîna wî û têkoşîna bi hezaran şehîdan bi ser bixin.”

Xizmên Xeyrî Andok (Yaşar Tekîn) ku di 8’ê Tebaxa 2017’an de li Serhedê şehîd bû, kesayeta  wî ya têkoşer û pêvajoya tevlîbûna wî ya ji bo refên gerîla vegotin. Her wiha diyarkirin ku bi şehadeta Xeyrî Andok re dilsoziya wan a bi têkoşînê re zêdetir bûye.

Siyasetmedar Cuma Tak jî di bîranînê de mafê axaftinê girt û bilêv kir ku şehîd çavkaniya hêza têkoşîna azadiyê ne û wiha berdewam kir: “Gelên bindest ji bo azadiyê têdikoşin û berdêlan didin. Berdêla azadiyê şehadet e.”

Tak destnîşan kir ku karwana şehîdan ku bi Heqî Karer re dest pê kir, veguheriya hêza rêxistinî, siyasî û entelektuel a gelê Kurd. Tak bal kişand ser “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û diyar kir ku gel hatiye wê astê ku êdî bêyî çek têkoşînê bimeşîne.

Tak destnîşan kir ku gelê Kurd bi şerkirinê ji tinebûne xilas bûne û asta îdeolojî, felsefe û rêxistinî ava kiriye û wiha got: “Xwedîderketina li têkoşîna şehîdan, ne tenê fêmkirina wan, di heman demê de her qadê veguherandina qada têkoşînê ye.”

Çalakî bi sozên têkoşînê ya ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû.