‘Heta ku Rêber Apo azad nebe çareseriya rast çênabe’
Nivîskar Fûat Kav di kongreya Civaka Azad a li Viyanê de axivî û got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe çareseriya rast çênabe.”
Nivîskar Fûat Kav di kongreya Civaka Azad a li Viyanê de axivî û got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe çareseriya rast çênabe.”
Kongreya 8’emîn a Civaka Azad li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi tevlîbûna Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û nivîskar Fûat Kav hat lidarxistin. Di kongreyê geşedanên siyasî yên dawî hatin nirandin û hevserokên dema nû hatin hilbijartin.
Di kongreyê nivîskar Fûat Kav axivî. Kav anî ziman ku Rêber Apo ne tenê rêberê Kurdan e, rêberê tevahî gelên azadîxwaz e û got: “Tevlîbûna Rêber Apo ya li pêvajoyê, şertê ewil ê aştiyê ye. Dema Rêber Apo li ser maseyê be wê gavê îhtima xurt a pêvajoyê heye. Li aliyekê hevdîtin berdewam dikin û li aliyê din jî bombebaran berdewam dike. Ev nakokiyek mezin e.”
‘40 SAL IN PKK LI BER XWE DIDE’
Kav diyar kir ku hemû stratejiyên dewleta Tirk a tesfiyekirina PKK’ê bê encam man û ev tişt got: “Dewleta Tirk di nav de çekên kîmyawî jî serî li hemû rêbazan da, lê nekarin PKK’ê xelas bikin. Ji ber ku Erdogan encam negirt, serfermandarên xwe girtin û şandin girtîgehê.”
PARADÎGMAYA NÛ
Kav pêvajoya fesixkirina PKK’ê ya di sala 2001’an de û îlana KADEK’ê weke “paradîgmaya nû” bi nav kir û got: “Têkoşîna çekdarî tişta dihat xwestin kir; niha dema çareseriya demokratîk e. Ji bo vê jî azadiya Rêber Apo û peywendiya wî ya bi gerîla û gel re şert e.”
Kav destnîşan kir ku hin kesên di nava dewleta Tirk û hin aktorên navneteweyî pêvajoyê asteng dikin û got: "Çareserî hîna jî mimkun e, lê divê însiyatîfa Rêber Apo qebûl bikin.”
Di dawiya kongreyê de hevserokên nû yên Civaka Azad, meclîs û xebatên dema bên hatin eşkerekirin.