Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû hate îdamkirin

Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû yê ku li Îranê bi hinceta ku PKK’yî ye hatibû girtin, hate îdamkirin.

Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve di hucreya yekkesî de dihat rehîngirtin, hate îdamkirin. Ajansa Nûçeyan a Fars a girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê ragihand ku Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû hatiye îdamkirin. Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ji malbata Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû re ragihandiye ku ew hatiye îdamkirin. Têkildarî teslîmkirina cenazeyî agahiyek nehatiye dayîn û nayê zanîn ku Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû li ku hatiye îdamkirin.

Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû yê 40 salî di Tîrmeha 2024’an de bi hinceta ‘’endamtiya PKK’ê’’ hatibû girtin û bi sûcdariya ‘’îxaneta welat’’ derheqê wî de biryara darvekirinê hate dayîn.  Di 15’ê Nîsanê de ji bo îdamkirinê Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû di hucreya yekkesî de girtin û hevdîtina dawîn a li gel malbata xwe di 17’ê Nîsanê de pêk aniye. Malbata Haydaranlû diyar kir ku cezayê hatiye birîn derqanûnî ye li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ya 18’ê Nîsanê,  Midûrê Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê Peyman Hanzade ji malbatê re ragihandiye ku cezayê Hamîd Huseyînnejad Heydaranlû hatiye taloqkirin.